Mayin wê êdî bi balafirên bêmirov bên tespîtkirin

Li gelemperiya cîhanê, ji ber mayinan her sal bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin. Ji bo rakirina mayinan rêbazeke hê bi ewle tê afirandin.

Zanyaren Elman û Swîsreyî tevî xwendekarên zanîngehê wê balafirên bêmirov ên ku ji ezmanan ve cihê mayinan tespît dikin, çêbikin.

Balafirên bêmirov ên di çarçoveya projeya bi navê FindMine de bên amadekirin, wê li ser qadên mayinkirî bifirin û ji rêbazên heyî qat bi qat xurtir li qadeke berfirehtir li mayinan bigerin.

Balafirên bêmirov wê bi 1,5 metre bilindahiyê bi rengekî otomatîk karibe bê kontrolkirin û ji bilindahiya 20 santîmetreyî jî pêlên elektromanyetîk bişîne ji mayinan re. Bi saya vê yekê wê ji jorê ve wêneyên bi kalîte werin kişandin û di van wêneyan de jî wê mayin bi reng werin dîtin.

Balafirên bêmirov ên di çarçoveya vê projeyê de bên amadekirin wê bi taybetî li welatên Rojhilata Navîn û Afganîstanê bên bikaranîn. Dibe ku li welatên Bosna û Kamboçyayê jî werin ceribandin.