Mattîs: Rîsk heye ku şer zû belav bibe

Rewşa aloz a navbera Koreya Bakur û DYA dewam dike. Wezîrê Parastinê yê DYA got, "Rîsk heye ku şer zû belav bibe."

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) James Mattîs, ji rojnamevanan re axivî û bal kişand ser Koreya Bakur ku ji ber bernameya xwe ya nukleerî û ceribandinên moşekan, pê re di nava krîzê de ne.

Mattîs bibîr xist, ku rêveberiya Koreya Bakur çend roj berê bi daxuyaniyekê got, "Em dikarin li axa DYA bixin" û destnîşan kir, ku ev yek wê 'şer zû belav bike'.

Serokê Fermandariya Giştî ya DYA Joseph Dûnford jî, ku beriya Mattîs serdana Koreya Başûr kir, anîbû ziman ku armanca wan pêşîgirtina li şerekî ye.

Serokê DYA Donald Trûmp, hefteya derbasbûyî têkildarî Koreya Bakur gotibû, "Eger Koreya Bakur ceribandinên xwe yên nukleerî bidomîne, wê bi êgir û bi hêrs bersiv were dayin." Vê daxuyaniya Trûmp fikarên li ser şerekî gengaz zêde kiribû.

Piştî van gefên her du aliyan, nivîsên Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson û Wezîrê Parastinê James Mattîs ên li rojnameya The Wall Street Joûrnal hatin weşandin, ev rageşî hindikî jî be, kêm kir. Tîllerson û Mattîs destnîşan kiribûn ku DYA û hevalbendên wê alîgirê wê yekê ne ku krîza bi Koreya Bakur re bi rêya aştiyane were çareserkirin.