Maşotê xetere gefê li karê çandiniyê yê Afrîkayê dixwe

Ji ber maşotên payîzê ku weke Spodoptera frugiperda tê naskirin, bi sed hezaran hektar erdê garis û çandiniyê yên li Afrîkayê di rewşeke xetere de ne.

Ev celebê maşot, ku tenê bi çend santîmetre dirêj e, beriya niha dihat zanîn ku li DYA û Brezîlyayê zêde ye. Ji ber ku niha li Afrîkayê jî derket holê, Rêxistina Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî li hev civiya.

Di civînê de ji bo pêşî li belavbûna vî celebê maşotê xetere bê girtin, tedbîr hatin nirxandin. Tê nîqaşkirin, ku pêkane ev maşotê payîzê bi rê û rêbazên cuda li herêmên din ên cîhanê belav bibe.

'DIKARIN GARISAN Û BI DEHAN BERHEMÊN ÇANDINIYÊ TINE BIKIN'

Ev maşot bi giranî gûşiyên garisan dixwin û li ser 80 berhemên çandiniyê ku soya, fisteqa binê erdê û patat jî di nav de ne, xetere ye.

Ji ber ku ev maşot xwe berdidin nava gûşiyên garis, cotkar bi derengî bi wan dihesin û ev jî rê li ber zerareke mezintir vedike.

Li gorî saziya bi navê Lancaster Environment Centre, ev celebên maşotan li gelek herêmên cîhanê di asta ji sedî 15 heta ji sedî 73'an zerarê didin paleyiya garistan. Zerara ku ev maşot li Afrîkayê bike, zehmet e ku niha ve tê tespîtkirin.

Maşotê payîzê yên bi giranî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) tên dîtin, di mehên zivistanê de li cihên germ dimînin û bi mehên payîzê re xwe digihînin heta başûrê Kanadayê. Ev heywanên ku yên mezin dikarin bifirin, bi alîkariya ba dikarin xwe bigihînin cihekî bi hezar kîlometreyî dûr.

Maşotên payîzê di rewşa heyî de xwe gihandine rojava û başûrê Afrîkayê. Fikar hene xwe bigihînin bakurê Afrîkayê û ji wir jî li nava welatên Ewropayê belav bibin.