Masîgirên Ingilîz: Fatoreya Brexîtê li masîgiran birîn

Masîgirên Ingilîz li dijî peymana bazirganiyê ya YE'yê ya bi Ingilîzan re, ku bi çarçoweya Brexîtê pêk hat helwest nîşan dan û gotin, ''Fatoreya peymana bi YE'yê re li masîgirên Ingilîz birîn.''

Yek ji xala herî girîng a Brexîtê ku Ingilîzan bi referandûmê re derketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) qebûl kirin ew e ku dibêje, ''kontrola ava êdî wê bi kontrola me be''. Ev xal dihate wê maneyê ku ji welatên endamên YE'yê masîgir êdî wê nikaribin ji nav ava netewî masîgiriyê bikin.

Lê bi sersalê re ku Brexît bi temamî wê bi cih were peymana bazirganiyê ya ku Serokwezîrê Ingilistanê Johnson bi YE'yê re kirî, ew heq da YE'yê ku masîgir bikaribin werin ser avê. Li gorî peymanê ji kotaya masîgiriyê 25 ji 100'î wê ji Ingilîzan re be, ya mayî jî derbasî YE'yê bû.

Vê peymanê kêfa masîgirên Fransî û Spanyolî anî, li aliyê dî masîgirên Ingilîz hêviyên wan bi vê peymanê şikiyan. Ji ber ku masîgirên welatên YE'yê wê bikaribin heta bi 6 mîlan werin peravên Ingilîz û masiyan bigirin. Masîgirên Ingilîz ku gotin ,''Johson îxanet li me kir'', li dijî peymanê helwest nîşan dan û kampanyaya bi navê ,''Fîshîn for Leave'' dan destpêkirin.

Yek ji berdevkê kampanyayê Aaron Brown got masîgirên Ingilîz bi vê peymanê têne cezakirin û got,''Gemiyên welatên endamên YE'yê heta bi demeke dirêj jî wê bikaribin li ava milî ya Ingilîza masîgiryê bikin, bi ser de, heta bi 5 saaln bi kotaya 75 ji 100'î. Piştî 5 salan jî ez bawer nakim ku peyman biguhere, wiha xuya dike fatoreya lihevkirina  bi YE'yê re li masîgirên Ingilîz birîn.''