Manal El Ebadîla: Gelê Fîlîstînê wê nehêle trajediya 1948'an dubare bibe

Cîgira Seroka Yekîtiya Jinan a Fîlîstînî Menal El Ebadîla bal kişand ser biryardariya xelkê Fîlîstînê ya mayina li cih û warê xwe û destnîşan kir ku ew ê nehêlin trajediya mîna sala 1948'an dubare bê serê wan.

Şerê li Xezeyê fatûreyeke giran li ser jiyana niştecihên herêmê sepantiye. Tevî vê yekê jî piraniya şêniyên herêmê li ser xaka xwe mane û koçberiyê red dikin. Cîgira Seroka Yekîtiya Jinan a Fîlîstînê Menal El Ebadîla li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Tu operasyona lehiyê ya El-Eqsayê çawa dinixîne?

Em weke gelê Filistînê dibihîzin ku Îsraîl li Rojhilata Navîn hêzeke xurte û tu kes nikare xwe nêzî wê bike. Lê belê di 7'ê Cotmehê de Filistînî derbasî herêmên dagirkirî bûn û tiştên ku qewimîn tekez kir ku dewleteke lewaze. Em bi serketina axa xwe hisiyan, dema ku ketin nava deverên dagirkirî de û 6 demjimêran kesî newêrîbû xwe nêzîkî wan bike. Lê tirs tevlîhev bû, ji ber ku me dizanîbû ku bersiveke tund ji aliyê Israîlê ji bo Xezayê wê bê. Lê me çaverê nedikir ku bi vî awayî tevbigere. Îsraîl Şerîda Xezeyê dorpêç dike û av û elektrîkê li ser du milyon niştecihên wê qut dike. Madeyên xwarinê li ser wan qut kiriye, bûye 28 roj ku bijîşk tune ye. Benc li wan nayê peydakirin, ne jî ta heye ku karibin birînan bidirûn, ne jî madeyên paqijiyê hene. Ne av heye, tenê ava deryayê tê şîrînkirin.

Tu bangên Îsraîlê yên ji bo koçberkirina xelkê Xezeyê çawa dinirxîne?

Gelê Filistînê tirajîdiya sala 1948'ê dubare nake û dev ji axa xwe bernade. Min ev peyv ji xizmên xwe bihîst, dema ku min ji wan pirsî: 'Wan ji we xwest ku hûn ji bakur ber bi başûr ve biçin û dikarin ji we bixwazin ku hûn ji Xezeyê bi Sînaa ve biçin'. Xorekî bersiv da û got: Bihuşt ji me re ji dergehê Refahê nêzîktire. Tu kes nefikire ku ji Şerîda Xezeyê derkeve yan jî koçber bibe, ji ber ku wan di sala 1948'an de ji gelê me re got, em ê çend rojin û derkevin, ji ber vê yekê ev karesat dubare nabe. Em li Fîlîstînê di nava zehmetiyan de dijîn. Me gotina Serokkomarê Misrê Ebdil Fetah El-Sîsî nirxand, dema ku red kir dergehê refehê veke. Em ji aliyê wî ve weke nîşanek serbilindî û rûmetê dibînin ku Filistîniyan careke din koçber neke. Ji ber vê yekê fikira koçberkirinê ne pêkane. Nêzîkatî û xizmên me li ber dergehê Refehê hene ku vegerin malên xwe li Xezeyê. Hin hin hevalên min jî hene digirîn ku vegerin Xezeyê, xelk koçber nabin çiqasî jî birçî bimînin.

Bombardûmana Îsraîlê ya li ser Xezeyê çawa dinirxîne?

Ev 75 sale di ser doza Fîlîstînê re derbas dibe, ango ne dozeke nû ye. Komkujiyên mîna dêr yasîn, sebra û şatîlê pêk anî. Îsraîl di heqê zarok, girtî û jinan de bi berdewamî gelek bûyer kiriye. Di encama dagirkeriyê, nepejirandina çareseriya aştiyane û ne jî muzakereya dorpêçkirina li ser Filistîn û Xezayê de, berxwedana Filistînê bû. Civaka navneteweyî ya dadmend û rêxistinên mafên mirovan jî tune ye, ji ber vê yekê mirov dibêje em li ber xwe didin û kes nikare mafên gelê Fîlîstînê bide wê. Hemû peymanên navneteweyî û heta qanûnên îlahî rê didin ku her gelê di bin dagirkeriyê de li dijî dagirkeriyê bi çi rê û rêbazî li ber xwe bide. Em lehiya Eqsayê weke berxwedaneke li dijî dagirkeriyê ku hemû pîvanên cîhanê bi pê kiriye, dibînin. Ji ber ku bombekirina nexweşxaneyan ne destûr e, bombekirina dibistanan jî ne rewa ye, komkujî û kuştina zarokên ku her roj em dibînin, tiştekî hovane ye.

Tu nerazîbûna raya giştî ya cîhanê li hember şerê Xezayê çawa dibînî?

Îsraîl di şerê berê de bi taybetî li Rojava gelek kes xapandin û digotin Fîlîstîniyan dev ji axa xwe berdan û ew terorîst in. Lê vê carê xelkê bi deng û wêne dîtin ku Îsraîl zarokan dikuje, ev şer ji xelkê re diyar kir ku Îsraîl kî ye.

Li gel Îsraîlê rola hêzên navneteweyî ya di şerê li Xezeyê de çi ye?

Îsraîl li Xezeyê şer dike û bi wê re jî hêza Yekîtiya Ewropî di bêdengiya xwe de maye, çekên Emerîka roleke girîng lîstin. Ji ber ku di destpêka şer de zarok birîn di laşê wan de xuya dibûn, lê belê piştî vê yekê ji ber bikaranîna bombeyên ku fosfora spî tê de heye, laş dişewitîn, ev çek jî ji Emerîkayê wergirtibû. Washîngton cureyên herî nû yên çek û balafiran radestî wê kir, lê Îsraîl bi tena serê xwe, bêyî piştgiriya Emerîka û Yekîtiya Ewropayê, rê nade ku Til Evîv li hember gelê Xezayê bigihîje vê asta quretiyê.

Tu rola jina Fîlîstînî di şerê li ser Şerîda Xezeyê de çawa dibîne?

Jina Fîlîstînî xwedî dozeke wekhev e, kesên ku li hundir xwedî dozekê ne ku piştgiriya welatê xwe bikin. Jineke Fîlîstînî hevserê wê ji aliyê Îsraîliyan ve hatiye girtin, her dem ev jin bi zarokê xwe re rûdinê û ji wan re dibêje ku sibe wê bavê we derkeve. Her ku tu jê bipirse te hêza xwe ji ku derê aniye ji te re dibêje yezdan bi me re ye. Ew li ser wê baweriyê ye ku rojeke wê were û wê hevserê wê derkeve. Jina Fîlîstînî kurê xwe xwedî dike ku sibe piştgiriya warê xwe bike. Ew zarok parçeyek jê ye, lê belê doza herî mezin ew e ku welat bê paqijkirin.