Maltayê penaberên li 'Alan Kurdî' bi zorê derxist

Penaberên li keştiya 'Alan Kurdî' ji aliyê Maltayê ve bi zorê hatin derxistin. Rêveberên keştiyê gotin ku Maltayê şantaj û gef li wan xwarine.

Beriya 10 rojan 13 penaberên ji Lîbyayê bi botê bi rê ketin û piştre li Derya Spî asê man, ji aliyê keştiya 'Alan Kurdî' ya ku bi navê rêxistina alîkariyê ya Elman Sea-Eye ve li Derya Spî wezîfeyê dike, hatibûn rizgarkirin. Lê belê ji ber ku ti welatî penaber qebûl nekirin keştî ji neçarî bi rojanli peravên Maltayê sekinîbû.

Ji penaberên di keştiyê de du penaberan hewl dan xwe bikujin, ji bo 8 penaberên ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş bû destûr hate dayin û 5 penaber jî hîn li keştiyê bûn. Hate ragihandin ku hêzên dewletê yên Maltayê avêtin ser keştiyê û penaberên mayî bi zorê derxistin. Berdevkê Sea-Eye Gorden Isler ji malpera înternetê ya kovara Der Spiegelê re axivî û diyar kir ku rayedarên Maltayê gef û şantaj li wan kirine.

 Isler anî ziman ku hêzên dewletê yên Maltayê bêyî biryara dadgehê avêtin ser keştiyê û got, "Me dît ku dewleta hiqûqê hatiye binpêkirin."

Ji bo çareserkirina drama penaberan a li peravên Maltayê endamên Yekîtiya Ewropayê wê di 23'ê Îlonê de civîneke bilind a biçûk pêk bînin.