Maliyeta nukleerî ji texmînan gelekî zêdetir e

Li gorî raporeke li Fransayê, maliyeta reaktorên bi cûreyê EPR bi 6 qatî zêdetir e.

Santralên enerjiya nukleerî bi îdîaya ku erzantir e û hîn kêmtir atmosferê gemarî dikin, ji aliyê gelek welatan ve hîn jî tên tercîhkirin. Lê belê ji ber ku nediyar e bê bermahiyên radyoaktîf wê bi hezaran salan çawa bên veşartin û depokirin, ev santral mijara nîqaşê ne. Li gorî raporekê ya li Fransayê hate weşandin, tevî metirsiya santralên nukleerî, her wiha maliyeta xwe jî ji texmînan gelekî zêdetir e.

Rapor ji aliyê Dadgeha Muhasebatê ya Fransayê ve hate amadekirin. Di raporê de hat ragihandin ku maliyeta Reaktora Hêzê ya Peresînî (EPR) ya li komuna Flamanvîlle ya li bajarê Mancheyê, bi giştî 19 milyar e. Tê gotin ku ev yek bi 6 qatî ji texmînên şîrketa hilberîn û belavkirina elektrîkê EDF zêdetir e.

Di raporê de hate ragihandin ku avakirina beşa sêyemîn a santrala li Flamanvîlleyê ku nifşê sêyemîn ê reaktora EPR ye, bi 10 salan hatiye derengxistin. Tê gotin ku her du santralên din sala 1986'an ketine meriyetê. Di raporê de hate raighandin ku maliyeta reaktora navborî sala 2006'an 3.3 milyar Euro bû. Hate destnîşankirin ku maliyeta rastî ya vê yekê 19.1 milyar Euro ye.

EDF'ê jî bi raporekê îdîa kiribû ku maliyeta reaktora dawî 12 milyar Euro ye.

Fransa, piştî DYE'yê ew welat e ku herî zêde xwedî santralên enerjiya nukleerê ye. Di heman demê de ew welat e ku herî zêde vê teknolojiyê pêşkêşî bazarê dike. Nêzî sê ji çar parên elektrîkê ji santralên nukleerî bi dest dixe. Qanûneke bi navê Qanûna Avhewayê ya Enerjiyê ferz dike ku heta sala 2035'an ev rêje dakeve 50 ji sedî.

Ji ber pirsgirêk û rîska stokkirina bermahiyên radyoaktîf, enerjiya nukleerî metirsîdar tê dîtin. Çîn, Tirkiye û Brezîlya salên dawî bêhtir bala xwe çûye ser vê enerjiyê. Lê belê Japonya û Elmanyayê biryar dan ku vê enerjiyê biterikînin.