Li gorî Mala Çavdêriyê ji yên jiyana xwe ji dest dane 51 ji ber bombe û topbaran rejîma Sûriyeyê mirine. Yên din jî ji ber teqîna mayînên berê hatibûn çandin û dîsa di encama ‘cînayetên’ bi hincetên cuda pêk hatine.
Di meha Sibatê de li Sûriyeyê hatibû ragihandin ku 272 sivîl miribûn. Li welat meha herî zêde mirî lê pêk hatin Tîrmeha 2016’an hatiye tomarkirin. Di meha mijara gotinê de 1 hezar û 590 sivîl hatibûn qetilkirin. Ev mirin di encama şerê di navbera rejîm û komên bi çek ên li herêma Helebê de pêk hatibûn. Ji şerê navxweyî yê sala 2011’ê û vir ve li Sûriyeyê di nava 9 salan de nêzî 380 hezar kes mirine.