Mafê xwecihiyên herêmî ya nêçîra balîneyan hatin dirêjkirin

Mafê di derbarê nêçîra balînayan a bi armanca bazirganiyê ya ji bo gelên xwecihî yên li Bakurê Yarimkureyê ji nû ve hate dirêjkirin.

Ji aliyê Komîsyona Nêçîrê ya Balîneyan a Navneteweyî (ÎWC) ve li gorî biryara sala 1986’an ve hatî girtin bi armanca bazirganiyê nêçîra balîneyan hatibû qedexekirin. Li vê herêmê tenê ji bo gelên xwecihî yên li Bakurê Yarimkureyê bi îstisnayî maf hatibû dayîn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê ÎWC’ê ve hatiye dayîn, mafê kotaya ji bo xwecihiyên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Rûsya, Gorneland û Vîncetê wê bê parastin. Li gorî biryarê gelên xwecihî yên herêmê tenê dikarin di çarçoveya ‘çanda gelerî ya jiyanî’ dikarin biçin nêçîra balînayan.

Li gorî biryarê, gelên xwecihî dikarin mafê xwe yê nêçîrê ji sedî 50 sala bê jî bikar bînin.

Mafê nêçîra balîneyan a ÎWC’ê ya ji bo gelên xwecihî yên herêmê hatî naskirin, ji aliyê lawirparêzan ve jî tê destekkirin. Li gorî hinek saziyan, di salên dawî de di firotina goştê balîna ya ji bo turîstên tên serdana Gronlandê zêde bûye û diyar kir ku mafê ji bo xwecihiyan hatiye naskirin bi armanca bazirganiyê tê îstismarkirin.