Madûro wê ji bo peymanên hevkariyê biçe Îranê

Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro, piştî ku Îranê pênc keştiyên petrolê ji Venezûelayê re şand, ji bo bi rêveberiya Tehranê re hevkariyê bike wê biçe Îranê.

SerokêdewletÊ Venezuelayê Madûro roja Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo bi Îranê re di gelek mijaran de bi taybetî jî di warê enerjiyê de hevkariyê bike, wê di demeke nêz de biçe Îranê.

Madûro ji bo dema çûyîna Îranê agahî neda, lê got "Ji bo bi şexsî spasiyên xwe pêşkêş bikim, divê biçim."

Madûro ji televîzyona dewletê re axivî û diyar kir, ji 1'ê Hezîranê û pê ve wê buhayê benzînê zêdetir bibe. Li Venezûelayê ku ji aliyê çavkaniyên petrolê ve welatekî dewlemend e, heta niha benzîn bêpere dihate belavkirin.

Venezûela xwedî rezervên herî mezin ên petrolê ye, lê li gorî OPEP'ê rojê tenê 622 hezar varîl petrolê hildiberîne. Ev yek jî li gorî deh sal beriya niha dibe yek ji pênc parên hilberînê.

Hikumeta Serokdewlet Nîcolas Madûro, pêkanînên Emerîkayê weke berpirsyarê vê rewşê nîşan dide. Hevrikê Madûro, Jûan Gûaîdo û gelek pispor dibêjin, ku sedema vê yekê polîtîkayên şaş ên rêveberiyê, kêmaniya razemeniyê û karên ne li rê ye.

Di vê dema krîzê de Îranê pênc keştiyên petrolê şand Venezûelayê. Sê ji van keştiyan gihîşt parzûngehên bingehîn ên Venezûelayê. Şandina keştiyan di navber Caracas û Washîngtonê de jî bû sedema alozyeke nû. Îran û Venezûela du welat in ku DYE pêkanînên giran li ser wan ferz dike.