Madrîdê hikûmeta Katalan pejirand
Hikûmeta navendî ya Spanyayê pêkhateya hikûmetê ya herêma xweser a Katalonyayê pejirand.
Hikûmeta navendî ya Spanyayê pêkhateya hikûmetê ya herêma xweser a Katalonyayê pejirand.
Di pêkhateya hikûmetê ya herêma xweser a Katalan de, ku bi pêşengiya Quîm Torra hate avakirin, wezîrên berê yên li sorgonê an jî girtîgehê nîn in. Pêkhateya kabîneya nû Înê di Rojnameya Fermî ya Katalanyayê de, Înê weşiya.
Rêveberiya Madrîdê pêkhateya hikûmeta nû, bi sedema ku cih dabûne 4 wezîrên li girtîgehê an jî yên li Belçîkayê, li sorgonê, nepejirandibû.
Hikûmeta nû ji hêla hikûmeta navendî ve hate qebûlkirin. Bi lîsteya nû re, ya ku di Rojnameya Fermî de weşiyayî, wesayata rêveberiya Madrîdê ya li ser Katalanyayê ji ber xwe ve wê rabe.
Katalonya, ku nifûsa wê 7,5 milyon e, herêma herî xurt a Spanyayê ye. Katalan ku ji gelên Spanî cuda xwedî dîrok û zimanekî ne, 2014’an jî xwestibûn referandûmê bikin lê daraza Spanyayê qedexe kiribû.
Rêveberiya Spanyayê Cotmehê ji bo ku referandûmê asteng bike bi deh hezaran polês û leker şandibûn ser Katalanyayê. Di referandûmê de rêjeya tevlêbûnê 43 ji 100’î bû, 90 ji 100’yî yê hilbijêran ji serxwebûnê re gotibûn, ‘’erê.’’
Rêveberiya Spanyayê piştî ragihandina serxwebûnê 27’ê Cotmehê dest li ser rêveberiya Katalan danîbû. Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy ji bo ku wesayat rabe avabûna hikûmetê weke şert danîbû ber wan.
Di hilbijartina 21’ê Kanûnê de ya ku bi zora Madrîdê bû, partiyên alîgirên serxwebûnê 48 ji 100’î deng standibûn, dema ku dengên Podemos a çepgir, ku li dijî serxwebûnê derneketibû lê were zêdekirin alîgirên Spanyayê kêm mabûn.