Macron ji Trûmp re got: Divê welatê tifaqê ewle be

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku ji ber vekişandina DYE’yê ya li Sûriyeyê ew xemgîn in û got ku, “Kesên ku mirov tifaqê bi wan re dike divê ewle bin.”

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron derbarê biryara DYE’yê ya vekişandina ji Sûriyeyê got ku, “Ji ber vê biryarê ez xemgîn im.”

Macron got ku, “Kesên ku mirov tifaqê bi wan re dike divê ewle bin, divê bi tifaqên din re bi koordîne bin.” Macron piştgirî da Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Jîm Mattîs ê ku piştî biryara Serokê DYE’yê Donald Trûmp îstîfa kir.

Tê ragihandin ku piştî diyarkirina îstîfaya Jîm Mattîs ew ê roja Pênceşmê li NATO’yê jî ev mesele were nîqaşkirin.

Piştî Mattîs Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê yê Trûmp Brett McGurk jî îstîfaya xwe eşkere kiribû.