Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Macron: Tirkiye bi lîstikeke xetere dilîze

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron nerazîbûn nîşanî şerê faşîzma AKP-MHP'ê da ku li Lîbyayê bi destê çeteyên xwe dimeşîne. Macron got, "Tirkiye li Lîbyayê bi lîstikeke xetere dilîze."

Keştiyeke Fransayê ya li Derya Spî beriya çend hefteyan bûbû hedefa fikateyneke dewleta Tİrk. Piştî bûyerê Wezareta Parastinê ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku keştiyên dewleta Tirk di asteke 'êrişkar' de tevgeriya ne. Wezaretê bang li NATO'yê kiribû ku dest ji nêzîkatiya xwe ya jinedîtî hatinê berde.

MACRON HIŞYAR KIR: TIRKIYE BI LÎSTIKEKE XETERE DILÎZE

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tûnisê Kaîs Sayed re ya li Parîsê hişyarî da ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe li Lîbyayê şer dike.

Macron got, "Tirkiye li Lîbyayê bi lîstikeke gelekî xetere dilîze û li dijî angajmanên konferansa li Berlînê tevdigere" û diyar kir ku di nava rojê de wî ev gotinên xwe ji Serokê DYE'yê Donald Trûmp re jî ragihandiye.

JI BO HERÊMÊ BI TEMAMÎ METIRSÎDAR E!

Macron destnîşan kir, şerê qirêj ku Tirkiye li Lîbyayê dimeşîne hem ne li gorî berjewendiyên cîranan e hem jî ne li gorî berjewendiyên Lîbyayê ye û got, "Di heman demê de li dijî berjewendiyên herêmê û Ewropayê ye."

HEWL DIDE BI RÊYA ŞER POZÎSYONEKÊ BI DEST BIXE

Macron rola welatên cuda yên di şerê navxweyî yê Lîbyayê de rexne kir û bang kir, ji bo destwerdana ji derve bi dawî bibin. Macron got, "Divê hewldanên yekalî yên ku bi destwerdana ji derve û bi rêya şer hewl didin li Lîbyayê bibin xwedî pozîsyon bi dawî bibin."

Macron ji bo rewşa li Lîbyayê got 'ne ya xwelêragirtinê ye'.