Macron: Nabe ku êdî Ewropa ewlekariya xwe radestî DYA'yê bike

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron got, ji bo xurtkirina ewlekariya Ewropayê wê mehên bê projeyekê pêşkêş bike. Macron diyar kir, nabe ku Ewropa ewlekariya xwe êdî bispêre DYA'yê.

Serokkomarê Fransayê Macron bi 250 sefîran re civînek pêk anî û li civînê got, "Nabe ku Ewropa ewlekariya xwe tenê ji DYA'yê re bihêle."

Macron wiha pê daket: "Erka li ser milê me ye ku em bi berpirsyariya xwe rabin, ewlekarî û serweriya Ewropayê garantî bikin."

Macron da xuyakirin ku divê ders ji encamên piştî Şerê Sar rû dan bê derxistin û diyar kir ku di vê mijarê de ew dixwaze bi hemû hevkarên xwe yên Ewropî û Rûsyayê re dest bi nîqaşeke berfireh bikin.

Macron anî ziman ku di mijara ewlekarî û parastinê de pêwîste mîmariya Ewropayê ji nû ve were nirxandin û diyar kir ku ew dixwaze li ser mijarên sîber-ewlekarî, çekên kîmyewî, biçekbûna klasîk, şerê herêmî, ewlekariya fezayî ya jî parastina cemseran rawestin û bi taybetî bi Rûsyayê re diyalogeke nû deynin.