Macron: Komên nijadperest wê bên belavkirin 

Dawiya vê hefteyê li Fransayê li hemberî goristaneke Cihûyan êrîş pêk hatibû. Serokkomar Macron, ferman da ku komala û tevgerên nijadperest ku salên dawî bi hêz dibin, bên girtin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tevlî xwarina Konseya Nûneran a Saziyên Cihû ya Fransayê (CRIF)  bû û diyar kir ku bi biryar in li welatê xwe têkoşîna li dijî dijberiya Cihûyan bikin. 

SÊ KOMÊN NIJADPEREST WÊ BÊN BELAVKIRIN

Macron, diyar kir ku bi taybetî li ser înternetê gotinên antî-semînîst zêde bûne û got, “Li dijî derdorên ku bi rûpoşên cuda xwe vedişêrin, dem hatiye ku em bikevin tevgerê.” Macron got ku êdî dem dema têkoşîna li dijî van kiryaran e û ji Wezareta Karê Hundir xwest ku sê komên bi gotinên xwe yên li dijî Cihûyan derdikevin pêşî li wan bê girtin. Macron, got  ev komên qaşo bi armanca tenê alîkariya Fransizan bike ava bûne yên bi bi navê, ‘Bastion social’, ‘Blood and Honour Hexagone’ û ‘Combat 18’ in. 
Macron got, “Tevî qanûnên welêt, gotinên nijadperest tên kirin û bi taybetî jî li ser tevna civakî belav dikin. Lewre wê li hemberê van derdoran têkoşîna me ya aktîf bidome.” Di pêşnûmeyeke qanûnî ya ku ji aliyê partiya Macron, Laeticia Avia ve hatî amdekirin de diderbirîne ku gotinên antî-semînîst ji tevna civakî bên rakirin û li platformên tevna civakî bê ferzkirin ku li dijî van kiryaran bihîstiyar bin.