Macron dixwaze penaberan li Lîbyayê bistirîne

Duh hatibû ragihandin, ku Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, di berdêla lihevanîna aliyên şer ên li Lîbyayê, hewl dide ku li vî welatî 'navendên pêşwazîkirine' ji bo penaberan bide avakirin.

Bi saya van navendan, ku navê 'Hot Spots' jî tê lêkirin, tê xwestin ku pêşî li hatina Ewropayê kesên 'mafê xwe yê paneberiyê nîne' bê girtin.

Li Lîbyayê ku şerê navxweyî dewam dike, Serokwezîrê 'Hikumeta Yekîtiya Neteweyî' Fayez Saraj û general KhalÎfa Haftar ku xwedî hêzeke girîng e, bi pêşengiya Emmanûel Macron li hev civiyan. Macron di mijara penaberan de tawîzên girîng ji vî welatî girtibû.

Macron duh li Orleansê daxuyaniyek da û îlan kir ku serlêdanên paneberên ji Lîbyayê dibe ku derbasî Ewropayê bibe, wê li cihê lê ne bên lêkolînkirin. Macron anî ziman, ku ev pêkanîn wê di dawiya havînê de dest pê bike û dixwaze di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de bike. Macron îdîa kir, ku eger ev nebe, wê Fransa bi tena serê xwe bi cih bîne.

Macron diyar kir, bi saya vê pêkanînê, wê pêşî li rîska penaberên ku li gorî qanûnên navneteweyî mafê wan ê penaberiyê nîne bê girtin û bikin ku neyên Ewropayê.

Lê belê nayê zanîn, ku ev armanc wê çawa di pratîkê de bi cih were anîn.

Hejmara penaberên ji destpêka salê û vir ve ji Lîbyayê hatine Îtalyayê 100 hezar derbas kir. Herî kêm 2 hezar û 300 kes li Derya Spî xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.