Lûla ji namzetiyê vekişiya, namzetê nû Haddad e

Li Brezîlyayê ji bo ku di girtîgehê de bû Lûla da Sîlva ku ji bo hilbijartina seroktiyê namzetiya wî nehate qebûlkirin, namzetiya xwe paş ve kişand.

Lûla ku di navbeyna 2003-2010’an de Brezîlya rê ve dibin, ji ber sûcdariyên bertîlxwarinê Nîsanê hatibû  girtin. Ji ber cezayê teqezbûnyî yê 7 mehan namzetiya Lûla ya ji bo hilbijartinên seroktiyê nehate qebûlkirin, ku Lûla favoriye hilbijartinê bû û hilbijartin wê Cotmehê were kirin.

Partiya Lûla, Partiya Karker bi daxuyaniyekê diyar kir ku Lûla ji namzetiyê vekişiyaye û li şûna wî şaredarê berê yê Sao Paulo, Fernando Haddad namzet hatiye nişandan. Haddan di hilbijartinên berê de ji bo alîkariya serokdewletiyê namzet  bû.

Lûla da Sîlva ku bi îdîaya ku dema ser kar bû ji şîrketeke înşeatê bertil xwariye, li gel ku 12 meh ceza lê hate birîn jî, di ankêtan de namzetê herî xurt bû. Derbarê namzetiya Lûla biryara dawî Dadgeha Bilind a Hilbijartinê dabû û destûr nedabû ku navê herî xurt tevlî hilbijartinan bibe.

Tê zanîn ku Haddad ti popularîtaya wî tine. Lê li hêviya ankêta piştî namzetiya Haddan in.

Piştî Lûla Dîlma Rousseff di hilbijartinan de bi ser ketibû lê ji ber hin sûcdariyên li ser Tebaxa 2016’an ji peywirê hatibû standin.