Lihevkirina çekan a DYE û Polonyayê

Her ku diçe ragêşiya li gel Rûsyayê zêde dibe, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî li gel Polonyayê lihevkirina çekan qebûl kir û di mijara ‘tehdîda Rûsyayê’ de hişyarî da.

Tevî nakokîyên Kongreya DYE’yê jî Serokê Emerîkayê Joe Bîden roja Sêşemê ragihand ku ew ê di warê leşkerî de alikariyên nû bidin Kîevê.

Biden bi serokên Polonî re hevdîtin pêk anî û piştevaniya xwe ya ji bo Ûkraynayê anî ziman û di mijara ‘tehdîda Rûsyayê’ ya li ser  Ewropaya Rojhilat de hişyarî da.

Bidenî  li Qesra Spî bi Serokê Polonyayê Andrzej Dûda û Serokwezîr Donald Tûsk re hevdîtinek pêk anî û got: ‘’Bi rastî jî bêyî ku zêde wext derbas bibe, hewce ye em dest bi tevgerê bikin. Polonya jî baş dizane ku Rûsya li Ûkraynayê nasekine.’’

Serokkomar Andrzej Dûda piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got: ‘’Hewce ye rê nedin emperyalîzma Rûsyayê ku zirarê bide aramî û hebûna aştiyane ya Ewropayê.’’ 

Her wiha DYE’yê  bi hevalbendê xwe yê NATO’yê re lihevkirina çekan jî qebûl kir. Rêveberiya DYE'yê ji Kongreyê re peymana  ku tê de ji Warşovayê re firotina mûşekên hewayî û bejayî yên dûravêj û mûşekên hewayî yên menzîlkurt cih digire, ragihand.

DYE’yê ragihand ku ew ê weke alîkariya leşkerî 300 milyon dolarên din bidin Ûkraynayê. Lê belê ev alîkarî gelekî ji mîqdara mezin a ku Biden bi mehan e daxwaz dike, kêm e.