Lîderê komunîst Sîson jiyana xwe ji dest da

Serok û damezrênerê Partiya Komunîst a Filîpîniyan (CPP) Jose Marîa Sîson, di temenê xwe yê 83 salî de jiyana xwe ji dest da. Sîson piştevanek ê têkoşîna gelê Kurd bû.

Jose Marîa Sîson piştî ku du hefteyan li nexweşxaneyê ma, şeva Înê 16’ê Kanûnê jiyana xwe ji dest da.

Jose Marîa Sîson ku di 83’ê saliyê de jiyana xwe ji dest da, şoreşgerek bû ku piştevanek mezin ê Têkoşîna Azadiya Kurd bû.

Herî dawî peyamek bi dîmen ji çalakiya rûniştinê re ya ku 29’ê Cotmeha 2020’an li ber Konseya Ewropayê hat lidarxistin, şand û wiha gotibû: “Divê ji ber rêzdariya ji mafên mirovan û edaletê re, demildest hevrê Ocalan bê berdan.”

Sîson her wiha ev peyam dabû: “Têkoşînên demokratîk û antîemperyalîst, gerdûnî dibin. Têkoşîna civakî û neteweyî ya gelê Kurd, di nava têkoşînên pêşeng de ye. Ji nû ve zindîbûna şoreşa sosyalîst-proteler a cîhanê, bi gelê Kurd tê pêşbînîkirin.”

Sîson ê lîderek ê ciwanan ê berê ye ku Partiya Komunîst a Filîpîniyan û Artêşa Gel a Nû (NPA) damezrandiye û profesorê zanîngehê bû, ji dawiya salên 1980’an û vir ve li Holandayê di sirgûnê de bû.

CPP’ê di daxuyaniya ku roja Şemiyê da de, Sîson weke “Hizrênerê Mezin Marksîst-Lenînîst-Maoîst û welatparêz” bi nav kir û rêzdariyên bi heybet ji Sîson re pêşkêş kir û got: “Proletarya Filîpînî û gelê kedkar, xema wefata ronahiya mamostayan û rênîşanan, digire.”