Lîderê dînî yê Şiî ê Iraqê banga aramiyê kir
Otorîteyê paye bilind ê Şiî yê Iraqî Ayetullah Elî Sîstanî, ji bo ku ji kaosê derkevin banga ''aramiyê'' li çalakgeran kir.
Otorîteyê paye bilind ê Şiî yê Iraqî Ayetullah Elî Sîstanî, ji bo ku ji kaosê derkevin banga ''aramiyê'' li çalakgeran kir.
Li Iraqê çalakiyên protestoyê ku destpêka Cotmehê heftiyekê dom kirî, piştî ku hikûmetê sozên xwe bi cih neanîn, çalakî êvara Pêrşemê dîsa dest pê kirin.
Piştî ku çalakî li Bexdayê û li bajarên Şiî yên başûrê welêt berbelav bûn, Ayetullah Elî Sîstanî banga aramiyê kir. Sîstanî ji bo ku pêşî li kasoê were girtin banga 'aramiyê' hem li çalakgeran û hem jî li hêzên ewlehiyê kir.