Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Lîderê berê yê ETA’yê Josû Trenera li Fransayê hate girtin

Lîderê berê yê ETA Josû Trenera yê 16 sal in li Fransa û Spanyê lêdihate gerîn, li Fransayê hate girtin.

Bi navê rast Jose Antonîo Ûrrûtîkoetxea Bengoetxea, li bajarê Sallanches ê Fransayê di saetên sibê de li pêşiya nexweşxaneyekê hate girtin.

Bengoetxea yê saetên sibê bi hevrêyeke xwe ji bo rendewiya li gel doxor çûbû nexweşxaneyê, ji aliyê polîsên Fransî ve hate girtin.

Saet 16:00’an wesayîta ku Bengoetxea li nav ji bajarê Salanches ber bi bajarê Bonnevîlleyê ve kete rê. Têkildarî girtin û negirtina Bengoetea wê dadgeh biryarê bide.