Li zindana Kerecê girtiyek hate qetilkirin, 50 jî birîndar bûn

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li gorî agahiyên bi dest xistine li ser nerazîbûnên girtiyên li Girtîgeha Kerecê ya li ser darvekirina hevalên wan, hêzên ewlekariyê êrîş birine ser girtiyan, girtiyek qetil kirine, 50 jî birîndar kirine.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, ku di êrîşa hêzên dewletê de ya li ser Girtîgeha Navendî ya Kerec a Îranê de herî kêm girtiyek hatiye qetilkirin û zêdetirî 50 jî birîndar bûne.

Navendê destnîşan kir, ku ev nerazîbûn û xwepêşandana girtiyan a 17’ê Kanûnê ku piştî hêzên ewlekariyê yên girtîgehê xwestine cezayê darvekirinê ku li ser girtiyan hatibû ferzkirin pêk bînin û ji salona 4 a girtîgehê bibin hucreyên yek kesî, pêk hatiye. 

Komeleyê ragihand ku girtiyan bi dirûşmên li dijî hikûmet ku li salona 4’an destpê kir, piştî vê girtiyên din jî piştgirî kirin. Hêzên dewleta Îranê êrîş bire ser girtiyan û bi gaza rondik barînê dest bi mudaxeleya tund kirin û fîşek berdan girtiyan.

Navendê eşkere kir ku li gorî agahiyên girtî heta niha agahiya qetilkirina girtiyekê û birîndarkirina zêdetirî 50 kesî hatiye girtin.

Komeleyê destnîşan kir ku ji ber êrîşê gelek girtî bi giranî û ji çavê xwe birîndar bûne. 

Komeleyê diyar kir ku piştî êrîşê gelek girtî birine hucreyên yek kesî.