Li Zîmbabveyê di çalakiyên protestoyî de 68 kes birîndar bûn

Li Zîmbabveyê, ji destpêka hefteyê ve li dijî zêdebûna buhayê sotemeniyê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Heta niha herî kêm 68 kes bi fîşekan birîndar bûn.

Komeleya Doktoran a Zîmbabveyê ragihand, di çalakiyên protestoyî de li gelemperiya welêt 68 kes bi fîşekan birîndar bûne û 17 ji wan bi lezgînî hatine emeliyatkirin.

Komeleyê diyar kir, wan heta niha bi giştî 172 kesên di çalakiyan de birîndar bûne tedawî kirine ku hinek ji wan bi şêweyên cuda birîndar bûne.

Hikumetê ji bo dawî li çalakiyên protestoyî bîne, tevî polîsan leşker jî bi kar anî.

Ji roja Duşemê û vir ve di çalakiyan de yek jê polîs herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî parêzeran û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, sempatîzanên mûxalefetê jî di nav de bi sedan kes birîndar bûne.

Li Zîmbabveyê nêzî 20 sal in krîzeke giran a aborî heye. Mehên dawî ji ber nebûna hilberîna gelek berheman, rewş girantir bû.