Li Zelanda Nû ji ber bahozê elektrîk li ser 58 hezar kesî qut bû

Li bakurê Zelanda Nû ji ber bahoza tropîkal elektrîk li ser 58 hezar kesî qut bû.

Li pênc herêmên li bakurê welêt ku nifûsa xwe 5.1 milyon kes e, rewşa awarte hate ragihandin.

Bahoza roja Yekşemê dema ku gihîşt Zelanda Nû bêbandor bû, lê ji ber ba û baranê dar ketin, xisar li rê û xetên elektrîkê bû.

Li gorî daxuyaniya polîsan, kesekî di dema bahozê de di keştiyê de bû, winda bû.

Serokwezîr Chrîs Hîpkîns bang li gel kir ku xwe amade bikin û ji malê dernekevin.

Serokê Saziya Rewşa Lezgîn a Neteweyî Roger Ball ragihand ku ji ber bahozê eletkrîk li ser 58 hezar kesî qut bûye.