Li Zambiyayê li kêleka rê cenazeyê 27 koçberan hate dîtin

Li Zambiyayê cenazeyê 27 koçberên ji Etîyopyayê li kêleka rê hate dîtin. Tê diyarkirin ev koçberan ji ber ‘birçîbûn û bêhewatiyê’ jiyana xwe ji dest dane.

Li Lûsakayê ya ku paytexta Zambiyayê ye cenazeyê 27 koçberan hate dîtin.

Li gorî nûçeya Reûtersê rayedarên polîsên diyar kirine dibe ku ev koçber ji Etîyopyayê ne û ji ber ‘birçîbûn û bêhewatiyê’ jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê polîsan Danny Mwale ji BBC’yê re axivî û diyar kir li gorî texmînên wan koçberan di wesayîtê de ji ber tunebûna oksîjenê jiyana xwe ji dest dane.

Hate diyarkirin koçberek bi saxî filîtiye û niha tê tedawîkirin. Li gorî tespîtên pêşîn yên jiyana xwe ji dest dane hemû mêr in û temenê wan di navbera 20-38 salan de ne.

Koçberên ji Etîyopyayê ji Başûrê Efrîkayê dixwazin biçin welatên dewlemend. Zambiya jî yek ji van welatan e ku li ser rêya wan e.

Li Malaviyê jî rayedaran di meha Cotmehê de goreke komî dîtibû. Di vê gora komî de 25 koçberên ji Etîyopyayê hebûn.