Li Yewnanistanê bertekên li dijî mudexeleya Tirkiyê ya li Qerebaxê

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nîkos Dendîasê ku serdana paytexta Ermenistanê Êrîvanê kirî, bertekên xwe nîşanî tevlîbûna dewleta Tirk a şerê li Qerbaxa Jor da.

Dendîas ê ku bi hevpişeyê xwe yê Ermenî Zohrab Mnatskaniyan re civînek a çapemeniyê li darxistî, got: “Ji ber mûdaxeleya Tirkiyê ya li Qerebaxa Serî em bi fikarin.”

Dendîasê diyar kir ku “Tirkiye pirsgirêka hevpar” a Ermenistan û Yewnanistanê ye, anî ziman ku dewleta Tirk “Bangên hiqûqa navnetewî yên Yekîtiya Ewropa ji nedîtî ve tê.”