Li Yewnanistanê agir bi kampa koçberan ket

Agir bi kampeke koçberan a girava Mîdîllîyê ya Yewnanistanê ket û du kes mirin. Ji ber vê bûyerê koçberên li kampê serî hildan.

Li Kampa Morîa ya ku yek ji kampa herî mezin e, roja Yekşemê agir pê ket. Li gorî hin çavkaniyan herî kêm 2 koçber mirine. Koçberekî diyar kiriye ku wan 3 cenaze ji nav agiran derxistine. Bi balefira tefandinê şewata li kampê hate tefandin.

Piştî vê bûyerê koçberên li kampê diyar kirin ku alîkarî dereng hatiye û nerazîbûn nîşan dan. Polîsan bombeyên gazê avêtin koçberan.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku agir bi nava kampê ketiye û şeş heft konteynir û malek şewitîne.

Koçberekî ku ji AFP’ê re axivî diyar kir ku îtfaîye 20 deqîqe piştre hatiye û ji ber vî tiştî ew jî hêrs bûne.

Penaberê Efgan ê bi navê Fedûz diyar kir ku nîv saetê şewat tefandineû got “Me cesedê du zarokan û ya jinekê ji nav agiran derxist.”

Li vê kampê 13 hezar kes hene lê ev kamp ji bo 3 hezar kesan hatibû amadekirin.

Li Yewnanistanê nêzî 70 hezar koçber û penaber hene.