Zêdeyî 11 hezar zarok li Yemenê hatin kuştin an jî birîndar bûn

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li Yemenê ji sala 2015'an û vir ve zêdeyî 11 hezar zarok hatine kuştin yan jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku nêzî 4 hezar zarok jî tevlî şer hatine kirin.

Li gorî daxuyaniya UNICEF'ê, ji 11 hezar û 19 zarokan 3 hezar û 774 jê hatin kuştin.

Di bîlançoya beriya niha de hatibû gotin, 10 hezar û 200 zarok hatine kuştin, birîndarkirin an jî seqet hatine hiştin.

Bîlançoya nû li ser pêvajoya ji Adara 2015'an heta 30'ê Îlona 2022'an e. Tenê bûyerên ku ji aliyê UNICEF'ê ve hatine piştrastkirin tevlî vê bîlançoyê tê ikrin. UNICEF'ê diayr kir ku bîlançoya rastî dibe ku ji vê gelekî bilindtir be.

Di nava dema diyarkirî de 3 hezar û 904 zarokên mêr tevlî şer hatin kirin û 91 zarokên keçj î hatin biçekkirin.

Li gorî Midûra Giştî ya UNICEF'ê Catherine Roussel, ji ber nexweşiyên dikarin pêşî lê bêne girtin an jî birçîbûnê, gefa mirinê li ser sed hezaran zarokî heye.

Roussel ji bo alîkariya mirovî ya ji Yemenê re careke din bang kir.

UNICEF'ê diyar kir ku ji bo bersiv ji krîza mirovî re bê dayin pêwîstî bi 484.4 milyon dolarî heye.

Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî Mijdara 2021'ê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku nêzî 377 hezar kes ji ber şer û birçîbûn, nexweşî û nebûna avê ya ji ber şer jiyana xwe ji dest dan.

Li vî welatî meha Nîsanê agirbest hate ragihandin û du caran hate dirêjkirin. Herî dawî dema agirbestê destpêka meha Cotmehê qediya. Hikumeta Yemenê ya ku civaka navneteweyî wê nas dike û serhildêrên Hûsî ji bo dirêjkirina agirbestê li hev nekirin.