Li Yemenê zarok dimirin NY fonan jî nade hev

Ji ber şerê navxwe li Yemenê bi milyonan zarok birçî û nexweş in, civaka navnetewî alîkariya hewce nade hev.

Ji 2014'an ve li Yemenê şerekî navxwe heye û li gorî NY'    yê vê rê li ber krîza herî girana mirovî vekiriye. Ji 2017'an û vir ve li welêt ji 28 milyon nifûsa welêt ji sê paran du jê hewceyî alîkariya mirovî ne û herî pir jî zarok hewceyî alîkariyê ne.

Di şerê navxwe de ya li Yemenê heta niha bi deh hezaran sivîl mirine û li kampên penaberan ên li deverên cuda 3,3 milyon kes dijîn, li gelek kampan binesaziya jineke bi tendiristî nîne. Di nav mirovên hewce de bi milyonan zarok hene.

Li gorî daneyên ku UNÎCEF'ê ya NY'yê dayî 2,4 milyon zarokên ku temenê wan kêmî 5'an e bi hêviya nexweşî û birçîbûnê û hêlên weke Covîd-19'ê û hwd. ve hatin hiştin.