Li Yemenê wê zêdeyî hezar girtî bi hev bên guhertin

Aliyên ku tevlî şerê li Yemenê bûne, di encama danûstandinên li Swîsreyê de biryar dan ku zêdeyî hezar girtiyan bi hev bidin guhertin.

Danûstandinên navbera aliyan ji 18'ê Îlonê ve li devereke veşartî ya Swîsreyê dihate kirin.

Di vê mijarê de lihevkirina destpêkê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li Swêdê sala 2018'an li ser pevguhertina 15 hezar girtiyan hatibû kirin. Ji wê demê ve hikumeta Yemenê ya ku piştgiriyê ji Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Sûîdî werdigire û Hûsiyên ku piştgiriyê ji Îranê werdigirin, dem bi dem girtî bi hev tên guhertin.

Lê belê eger lihevkirina dawî bikeve meriyetê wê ji sala 2014'an ve pevguhertina herî mezin a di dema şer de bê kirin.

Endamekî delegasyona hikumeta Yemenê ji AFP'ê re axivî û got, "Li hev hate kirin ku 1081 girtî bi hev bên guhertin."

Tê payin ku peyman di nava du hefteyên bê de bikeve meriyetê. Di çarçoveya peymanê de êwê 681 serhildêr û 400 endamên hêzên hikumetê û hevalbendên wê bên berdan. 16 ji wan Siûdî û 4 jî ji Sûdanê ne.

Çavkaniyekî nêzî Hûsiyên Şîa jî ji qenala televîzyonê ya El Mesîre re axivî û peyma piştrast kir û ragihand ku danûstandin wê roja Yekşemê bi dawî bibe.

Di destpêka danûstandinan de ya li Swîsreyê armanc ew bû ku 1420 girtî bi hev bên guhertin. Yek ji wan jî birayê Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansûr Hadî general Nasir Mansûr Hadî ye. Hate ragihandin ku Hûsiyan berdana Hadî talqo kirine.

Vegera girtiyên bên berdan wê ji aliyê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve bê şopandin.

Ji sala 2014'an ve di navbera milîsên Hûsî yên piştgiriyê ji Îranê werdigirin û hêzên hikumetê yên piştgiriyê ji Koalîsyona Ereb werdigirin şer diqewime. Paytext Sana jî di nav de herêmên bakur ên welêt di destê Hûsiyan de ye. Ev şer bû sedem ku Yemen bibe ew dever ku krîza herî giran a mirovî ya cîhanê lê biqewime.