Li Yemenê tevî agirbestê jî şer didome
Hate îdîakirin ku tevî agirbesta li Swêdê ya ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Yemenê şerê li bajarê Hûdeyda ji nûve destpêkir.
Hate îdîakirin ku tevî agirbesta li Swêdê ya ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Yemenê şerê li bajarê Hûdeyda ji nûve destpêkir.
Li gorî nûçeya ajansa AFP ku ku agahiyan dispêre welatiyên bajêr, di navbera milîsên Hûsî yên Rabdû Mansûr Hadî û hêzên hikûmetê de dem dem şer diqewime.
Li gorî nûçeyê şer li navenda bajar û li başurê bajar çêbûye. Li gorî gotinên welatiyên bajêr li navenda bajarê Hûdeyda dengê çekan tê bihistin.
Hate ragihandin ku li başûrê Hûdeydayê jî top têne avêtin.
Li gorî NY li Yemenê kriza herî giran a mirovî tê jiyîn. Şerê di navbera milîsên Hûsî yên Şîî û hêzên girêdayî Serokê Dewletê Abd Rabdo Mansûr Hadî ku Siûdî Erebîstan piştgiriyê dike ev 4 sal in didome.
Ji bo bidawîkirina şerê li Yemenê li bajarê Swêdê muzakere destpêkirîbun û roja Pêncşema borî jî agirbest hatibû îlankirin.
Piştî ku Adara 2015’an paytext Sana kete destê milîsên Husî şerekî navxweyî rû da yê ku Erebistana Siudî jî tevlî bûyî û heta niha zêdetirî 10 hezar kes mirine. Di çar salên dawî de ji ber nexweşî û vebayê bi hezaran kes mirin û nîvê gelheya welêt ku 28 mîlyon e, bi birçîbûnê re rû bi rû ye.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo şerê navxweyî yê li Yemenê ku bi ‘Krîza cîhanê ya herî mezin’ tê binavkirin, hê jî pozîsyona xwe ya leşkerî diparêze û bêalî ye. Husiyên ku paytext Sanayê di destê xwe de digirin, ligel Hûdeydeyê, bi rêjeyeke zêde ya bajarên welêt yên rojava ku gelheya zêde li van herêman dijî jî, di bin serweriya xwe de digirin. Yek ji bajarê welêt ê girîng Aden jî sala 2015’an ketibû destê Husiyan lê belê hêzên hikumeta Yemenê bi piştgiriya hêzên Erebistana Siudî paşve girtibûn.