Li Yemenê nîşaneya ji bo agirbesta ji ber şewbê

Li Yemenê ku ji ber şerê navxweyî hilweşîneke mezin çêbûye, aliyên şer ji ber rîska belavbûna şewba vîrûsa koronayê ji agirbestê re amade ne.

Şerê navxweyî yê Yemenê, ku di havîna 2014'an de dest pê kir û piştî ku Hûsiyên Şîa di bihara 2015'an de paytext Sana bi dest xistin hêzên herêmî tevlî bûn, ji ber belavbûna vîrûsa koronayê ya nû dibe ku bibe sedema felaketên mezin.

Li Yemenê ku nifûsa xwe nêzî 30 milyon kes e, piraniya nifûsê bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Aliyên li Yemenê şer dikin bersiveke erênî dan banga agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî.

Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî ji bo rawestandina demkî ya şerê navxweyî bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres kiribû.

Gûterres jî roja Duşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku eger agirbest neyê ragihandin, bi bandora şewba Covîd-19 dibe ku krîzeke girantir a însanî rû bide.

Berdevkê hikumeta Erebistana Siûdî Turkî El Malîkî li ser bangê daxuyanî da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin nêzîkatiya erênî ya hikumeta Yemenê ya li agirbestê.

Yek ji pêşengên Hûsiyan Mehdî El Meşat jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji hewldan û însiyatîfa agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî vekirîne.

Ji ber şerê navxweyî yê li Yemenê 24 milyon mirov hewcedarî alîkariya mirovî bûn. Bi taybetî bi milyonan mirov li kampên Neteweyên Yekbûyî ne û ji jiyana xwe bi fikar in. Li kampan nêzî sê milyon mirov hene.