Li Yemenê mirovahî dîl hatiye girtin

Piştî ku milîsên Hûsî yên li Yemenê fuze avêt Riyadê, dor bi temamî li vî welatî hate girtin. Koalîsyona Ereb ku Erebîstana Siûdî serkêşiyê jê re dike, hemû rêyên bejahî, hewayî û deryayî yên vî welatî girt.

Ji Adara 2015'an dema destpêkirina destwerdana Koalîsyona Ereb û vir ve, ev welat ji xwe dorpêçkirî ye. Koalîsyon, şandina çekan a Îranê bi rengekî qaçax ji Hûsiyan re, weke hincet ji vê dorpêçiyê re nîşan dide.

Rihad her wiha Îranê ji avêtina fuzeyê berpirsyar dibîne. Û gef xwar ku di dema guncaw de wê bersivê bide.

Yemen veguherî herêmeke ku Îran û Erebîstana Siûdî ji bo bandora xwe lê zêde bike, têdikoşin. Her du welat ne tenê li Yemenê, di krîzên herêmî yên weke Sûriye, Bahreyn û Lubnanê de jî li dijî hev in. Ev hevrikî bû sedem ku gelê Yemenê dîl bê girtin. Li Yemenê, ji sala 2015'an û vir ve zêdeyî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û 60 hezar kes jî birîndar bûn.

Sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê hatin kirin. Desthilatdarên rojavayî ya bêdeng in, ya jî hevkarê vî sûcî ne. Binesaziya vî welatî derbeke giran xwariye. Nexweşxane û dibistan hatin hliweşandin. Kesek hesab nade, kesek hesab napirse.

Ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê û vir ve li vê herêmê krîza herî giran a însanî rû daye. Xizanî û birçîbûn roj bi roj zêde dibe. Nexweşiyên şewbê jî der dibin.

Zêdeyî 2 hezar kes ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku heta dawiya salê mîlyonek kes bi kolera bikevin.