Li Yemenê ji bo guherandina girtiyan peyman hate îmzekirin

Li Yemenê ya ku şerekî giran lê heye di navbera hêzên hikumetê û şervanên Hûsiyê ji bo guherandina girtî û dîlan peymanek hate îmzekirin.

Hadi Beg ê ku bi girtiyan re eleqedar dibe ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li ser 1500-2000 hêzên hikumetê û 1000-1500 şervanên Hûsiyê peyman hatiye îmzekirin.

Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî jî bi daxuyaniyekê peyman silav kir.

Ev peyman beriya destpêkirina hevdîtinên aştiyê pêk hat a ku tê payîn li Swêdê were lidarxistin. Tê payîn ku muzakere di 5’ê Kanûnê de were destpêkirin.

Di Adara 2015’an de milîsên Hûsî yên Şîî Sana desteser kirin. Di vî şerê navxweyî de yê ku Siûdî Erebistan jî ketiye nav, heta niha herî kêm 10 hezar kesên sivîl mirine. Di çar salên dawîn de bi hezaran kes jî ji ber nexweşiyan mirine.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî li welat nifûs 28 milyon e û 14 milyon di sînorê birçîbûnê de ne. Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Karên Mirovî Berpirsyar ê Neteweyên Yekbûyî Marck Lowcock di serê meha Kanûnê de diyar kiribû ku ‘karesateke mezin’ li pêşiya Yemenê ye.