Li Yemenê ji ber êrîşa hewayî 16 kes mirin ku 7 jê zarok in

Li navçeyeke li başûrê Yemenê, ku di kontrola Hûsiyan de ye êrîşeke hewayî hate kirin û di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 7 ji wan zarok in.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku êrîş li navçeya Kohtoba ya bajarê Ed Dalî hatiye kirin. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku 7 ji wan zarok in 4 ji wan jî jin in.

Tê gotin, êrîş ji aliyê Koalîsyona Ereb ve hatiye kirin ku Erebistana Siûdî pêşengiyê jê re dike.

Li Yemenê piştî raperîna milîsên Hûsî yên Şîa ku Îran piştgiriya wan dike, ji sala 2014'an ve şerê navxweyî diqewime. Ji ber ku veguheriye şerê wekaletê yê navbera Siûdî û Îranê li Yemenê krîza herî giran a însanî pêk hatiye.

Di şerê Yemenê de li gorî saziyên cuda yên mirovî bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî Neteweyên Yekbûyî 3.3 milyon mirov neçar mane koça navxweyî bikin her wiha 24.1 milyon mirov jî pêwîstiya xwe alîkariyê heye. Ev yek jî 80 ji sedî yê nifûsa Yemenê ye.