Li Yemenê eniyeke nû ya şer vedibe!

Piştî ku li Başûrê Yemenê xweserî hate ragihandin, hêzên hikumetê yên piştgiriyê ji Erebistana Siûdî werdigirin, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku "Wê li dijî raperîna çekdar şer bikin."

Sefaretxaneya Bilind a Yemenê ya li DYE'yê bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên hikumetê wê li dijî raperînerên li Başûrê Yemenê xweserî ragihandin wê şer bikin.

Konseya Demkî ya Başûr dawiya meha Nîsanê li bajarê Adenê ku bendergeh e û li herêmên din ên başûr rêveberiya xweser ragihandibû. Ev yek jî bûbû sedem ku şerê bi hêzên hikumetê re yên Siûdî piştgiriya wan dike, belav bibe.

Ji sala 1990'î û vir ve ji bo avakirina dewleteke bi tenê şert û mercên yekîtiya Bakur û Başûrê Yemenê di pratîkê de pêk nehat. Li Başûrê Yemenê ku di nava dinya Ereban de yekane dewlet e ku demokrasiya gel û komunîzmê dipejirîne, civaka wê hem bi civaka li Bakur hem jî bi civaka nîvgirava Ereb re gelekî cuda ye.

Li welêt şer di nava şer de tê kirin. Şerê bingehîn di navbera milîsên Hûsî yên piştgiriyê ji Îranê digirin û hêzên hikumetê yên piştgiriyê ji Koalîsyona Ereb digirin diqewime. Hûsî di serî de paytext Sana gelek herêmên bakur kontrol kirine. Li eniya ku Koalîsyona Ereb piştgiriya wan dike jî parçebûneke kûr heye.