Li Yemenê du milyon zarok nikarin biçin dibistanê

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li Yemenê du milyon zarok nikarin biçin dibistanê, ji wan nîv milyon ji Adara 2015'an ve dest ji dibistanê berdane.

UNICEF'ê bi wesîleya destpêkirina serdema nû ya perwerdeyê ya li Yemenê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku du milyon zarok nikarin biçin dibistanê.

Li gorî UNICEF'ê ji ber ku du sal in maeşên mamosteyan ji wan re nayên dayin perwerdeya 3.7 milyon xwendekar jî di rewşeke metirsîdar de ye.

Nûnera UNICEF'ê ya Yemenê Sara Beysolow Nyantî got, "Tundî, koça navxweyî û êrîş dibin sedem ku gelek zarok nikarin biçin dibistanê. Ji ber ku zêdeyî du sal in maeşên mamosteyan nayên dayin kalîteya perwedeyê jî di rewşeke metirsîdar de ye."

Şerê li Yemenê sîstema perwerdeyê têk bir. Her yek ji pênc dibistanan welê lê hatiye ku nikarin bên bikaranîn.