Li Yemenê di şer de 100 kes mirin

Li bajarê Hûdeydayê yê Yemenê di operasyona hêzên hikumetê de 100 kes mirin.

Li Yemenê hêzên girêdayî Serokkomar Abd Rabbû Mansûr Hadî ji bo bidestxistina bajarê Hûdeydayê operasyonên xwe didomînin. Ev hêz li hemberî milîsên Hûsî yên ku Îran piştgiriya wan dike, bi qasî 20 kîlometreyan bi pêş ve çû.

Hûdeyda ya li ser Behra Sor e ji bo alîkariya mirovî û îthalata li Yemenê deriyê têketinê ye. Koalîsyona Ereban a ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike diyar dikin ku Hûsî li vê derê êrîşî keştiyan dike û Îran çekan sewq dike.

Hêzên girêdayî Emîrtiya Ereban a Yekgirtî jî ji bejahiyê operasyonê dilin. Hêzên girêdayî Hadî diyar kirin ku li herêma Adenê 52 cenaze ketine destê wan û ji van cenazeyan 20 jê, yên leşkeran e. Ji roja Duşemê ya ku operasyon hatiye destpêkirin û heta îro 110 kes mirine. Tê îddîakirin ku kesên hatine kuştin, endamên Hûsiyan in.

Saloxdêrên leşkerîyên hikumetê diyar kirin ku li bajaroka El Dûrayhmî yê herêma Hûdeydayê milîsên Hûsiyan li dijî konvoyeke leşkerî kemîn danîne.

Neteweyên Yekbûyî bi fikar e ku alîkariyên mirovî li Yemenê neyê kirin, ji ber ku ji sedî 70’ê alîkariyê li ser Hûdeydayê tê kirin. Di heman demê de li Yemenê trajediyeke mirovî tê jiyîn.

Li Yemenê ji Tebaxa 2014’an ve şer heye. Paytext Sana û herêmeke berfireh a welêt di dest Hûsiyan de ye. Adara 2015’an piştî ku Koalîsyona Ereban li dijî Hûsiyan şer kir, şer girantir bû. Aliyekî şer Hûsî û paşmêrên wan Îran e û li aliyê dî jî hêzên Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansû Hadî ku ji hêla civaka navnetewî ve têne naskirin û Koalîsyona bi pêşengiya Siûd e. Di encama vî şerî de krîza herî giran a mirovahiyê tê jiyîn. Piraniya nifûsa welêt birçî ye û hejar e. Nexweşiya kolerayê heta niha bûye sedema mirina bi hezaran kesî. Li gel vê jî bi êrîşên hewayî û çekên qedexe, sûcên giran ên şer têne kirin. Li gorî NY’yê 10 hezar kes mirine û 53 hezar kes jî birîndar bûne.