Li Yemenê di nav 3 rojan de 111 kes mirin

Li bajarê Marîbê yê bakurê Yemenê di şerê navbeyna Hûsiyên Şiî û hêzên hikûmetê de şer derket, 111 kes mirin.

Li Marîbê ku keleha dawî ye di destê hêzên hikûmetê de yên bi desteka Siûdî ji sibatê û wir ve şerekî di giran ê serweriyê heye. Hûsiyên bi desteka Îranê ji bo herêma petrolê bixe dest xwe operasyon dabû destpêkirin.

Kanên leşkerî yên bi ser hikûmetê ve ji AFP'ê re axivîn, diyar kirin ji êvara çarşemê heta sibeha yekşemê di şer de 16 leşkerên hikûmetê û 34 çekdarên Hûsî hatine kuştin. Hatibû ragihandin di şerê pêrşem û înê de 13 leşkeRên hikûmetê û 48 Hûsî hatibûn kuştin. Hûsî li ser mijara windabûna xwe agahiyê nadin, ji ber vê bi agahiyên ji kanên din miorv nikare piştrast bike.

Tê gotin piraniya çekdarên Hûsî bi êrîşa hewayî ya Koalîasyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî hatine kuştin.

Li gorî eynî kanan Hûsî li bajarê başûr ê bi bajarê Marîbê re bi eynî navî, li rojava û bakur ji sê eniyan êrîş anîbû.

Piştî ku paytexta Sana 2014'an kete destê Hûsiyan de şerekî giran dest pê kir. Li aliyekî ve hêzên hikûmetê yên bi desteka Siûdî, li aliyê dî jî Hûsiyên bi desteka Îranê hene.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan bi deh hezaran kes mirin. NY'yê diyar kir bi milyonan kes mecbûr man ku koçber bibin, sêyeka nifûsê birçî maye û li Yemenê krîza herî giran a mirovî tê jiyîn.