Li Yemenê bomberdûmana Siûdî: 9 jin û zarok mirin

Di encama bomberdûmana balafirên koalîsyona Ereb a bi pêşengtiya Siûdî Erebîstanê ya li Yemenê de, gelek jin û zarokan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên rêveberên Wezareta Tenduristiyê, di êrîşa hewayî ya li hember bakurê welat de li sivîlan hatiye xistin. Di bomberdûmanê de herî kêm 3 jê jin 6 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Ji şerê navxweyî yê sala 2015’an û vir ve dewam dike nêzî 10 hezar kesên jiyana xwe ji dest dane, ji vê nêzî 4 hezar kes sivîl in.

Di encama bomberdûmana balafirên koalîsyonê ya bi pêşengtiya Siûdî Erebîstanê pêk hatî de, kesên ku jiyana xwe ji dest dane nêzî sed kesan tê îfadekirin, hatibû îdîakirin ku 3 hezar bomberdûmanên ku heta roja îro pêk anîn, jingehên sivîl lê ne pêk hatine.

Li aliyê din hat ragihandin ku li hinek bajarên li herêma Şabwa ya dikeve başûrê welat ji El-Qaîdeyê hatiye rizgarkirin. Yekîneyên artêşê yên girêdayî Serokkomar Mansûr Hadî ku DYA’yê piştgirî dike, li gel hêzên bi navê Yekîneyên Şabwa Elît herêma Ataq a paytextê ji destê çeteyên El-Qaîdê rizgarkirine.