Li Yemenê 24 saetên dawî 39 kes di şer de hatin kuştin

Li bajarê Hûdeyda yê Yemenê, 24 saetên dawî di şer de gelek milîsên Hûsî yên Şîa û leşkerên alîgirê hikumetê hatin kuştin.

Li Hûdeydayê ku bajarekî girîng ê Yemenê ye û li qiraxa deryayê ye, ev 6 roj in şerekî giran diqewime. Di şerê 24 saetên dawî de gelek milîsên Şîa û leşkerên alîgirê hikumetê hatin kuştin.

Hêzên koalîsyona navneteweyî ku Erebîstana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî piştgiriya wan dikin, hewl didin dorê li bajarê Hûdeydayê bigirin ku bajar ji aliyê milîsên Şîa ve tê kontrolkirin. Bi balafirên şer û helîkopteran êrîş tê kirin.

24 saetên dawî di şer de 27 milîsên Hûsî yên Şîa û 12 leşkerên alîgirê hikumetê hatin kuştin.

Çavkaniyên leşkerî gotin, li herêmê ku şerê bejahî didome wê êrîşên hewayî jî dewam bikin.