Jean Claûde Jûncker li Strasboûrgê daxuyanî da û got ku, “Divê guherîna saetan were rakirin.”
Komîsyona Ewrûpayê pêşniyaz kir ku bila piştî sala 2019’an pêkanîna saetên havîn û zivistanê were rakirin. Saet di meha Adarê de saetekê bi pêş ve diçin û di meha Kewçêrê de jî saetekê bi paş ve tên stendin.
Jûncker got ku, “Welatên endam divê ew bi xwe biryara xwe bidin, ka ew ê li ser kîjan saetê bin.”
Heke Parlementoya Ewrûpayê û Konseya Ewrûpayê beriya Adarê vî tiştî erê bike, ew ê guherîn pêk were.
Komîsyona Ewrûpayê pêşniyaz kir ku bila tercîhên welatan bi awayekî koordîne be.
Di anketekê de ya ku Komîsyona Ewrûpayê li ser înternetê kiribû, 4 milyon û 500 hezar kes tevlî anketê bûbûn û 80 ji sedê beşdarên anketê diyar kiribûn ku bila ferqên di navbera saeta zivistan û havînê were bidawîkirin.