Li YE'yê dijminatiya li Yahûdiyan: Lêzêdekirin û pêşdarazî pir bû

Li gorî lêkolîneke CNN'yê kirî, li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) her yek ji çar kesan derbarê Yahûdiyan xwedî pêşdaraziyên li ser agahiyên lêzêdekirî ye.

Di lêkolînekê de ku li Fransa, Elmanya, Brîtanyaya Mezin, Swêd, Avûstûrya, Polonya û Macarîsatê bi 7 hezar kesî re hate axaftin û li antî-semîtîzmê hate vekolan.

BAWER DIKIN KU JIYANA KAR Û DARAYÎ RÊ VE DIBIN!

Her yek ji çar kesan dibêjin Yahûdî di jiayna kar û darayî de 'pir karîger' in û destê wan di şerê cîhanê de heye.

2 ji 3 parên komeleyên cîhanê texmîn dikin ku nifûsa Yahûdiyên li cîhanê û li welatê wan pir zêdetir e.

NIFÛSA WAN 100 CARÎ LI NIFÛSA RASTÎ YE

Li gorî lêkolînê li Macarîstanê ku bi seroktiya Vîktor Orban ê ku bi polîtîkayên  rastgiriya radîkal û populîst tê zanîn, her yek ji çar kesan bawer dike ku nifûsa Yahûdiyan bi qasî nîvê nifûsa cîhanê ye. Ev rêje li Brîrtanyaya mezin dibe 20 ji 100'î. Lê li gorî daneyÊn Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 8 milyar nifûsa cîhanê tenê 0,2 ji 100'î Yahûdî ye.

DIJMINATIYA LI YAHÛDÎ Û MISILMANAN

Di nav wan kesan de ku tevlê lêkolînê bûne, yên ku ji xwe re 'antî-semîtîst' dibêjin tenê 10 ji 100'î ne. 37 ji 100'î kesên ku tevlî lêkolînê bûne dibêjin ew kesên ku bi ser dînê Îslamê ve ne naecibînin.

HOLOCAUSTÊ JI BÎRE RADIKIN

Li Fransayê her yek ji 5 kesan ku tevlê lêkolînê Bûne û temenê wan di navbeyna 18-34'an de ye, gotine heta vî temenî jî hîç Holocaust nebihistine.