Li Xezeyê şer destpê kir, danûstandinên li ser agirbestê dewam dikin

Piştî agirbesta heft rojan a navbera Îsraîl û Hamasê, şer jinûve destpê kir. Danûstandinên ji bo agirbestê jî dewam dikin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji sibeha Înê û vir ve di êrîşên hewayî de herî kêm 29 Fîlîstînî hatin kuştin ku gelek ji wan zarok bûn.

Hejmara kesên di êrîşa Hamasê de jiyana xwe ji dest dan bû 4 kes, ku roja Pêncşemê li rawestgeheke otobusê ya li Qûdsê pêk anî. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn ku rewşa hin ji wan giran e.

Tevî ku şer destpê kir, hate ragihandin ku bi navbeynkariya Qatar û Misrê ji bo dewamkirina agirbestê danûstandin dewam dikin.

NETANYAHÛ: EM BI BIRYAR IN KU BIGIHÊJIN ARMANCA XWE

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ji bo jinûve destpêkirina şer mafdar nîşan bide, îdîa kir ku Hamasê dîlgirtiyên jin ên ku biryar hatibû dayin bêne berdan, bernedaye û bi roketan êrîşî Îsraîlê kiriye.

Li gorî Îsraîlê, ji bo dirêjkirina agirbestê Hamasê qebûl nekir ku dîlgirtiyên nû berde.

Serokwezaretiyê got, "Bi jinûve destpêkirina şer re em israr dikin: Hikumeta Îsraîlê bi biryar e ku armancên xwe yên şer dewam bike."

PLANÊN SÛÎQESTÊ YÊN LI DIJÎ LÎDERÊN HAMASÊ YÊN LI DEVERÊN DIN ÊN CÎHANÊ

Wall Street Joûrnalê jî nûçeyek li gorî agahiyên ji rayedarên Îsraîlê wergirtî weşand û diyar kir ku Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ferman da yekîneyên îstîxbaratê ku li derveyî Xezeyê li Tirkiye, Qatar an jî devereke din a cîhanê li hemberî lîderên payebilind ên rêxistinê planên sûîqestê amade bike.

LI XEZEYÊ PÊWÎSTIYA MIROVÎ ZÊDE YE

Di dema agirbestê de konvoyên ji qemyonan ji Misrê berê xwe dan Şerîda Xezeyê û alîkariya mirovî gihandin herêmê. Li gorî Neteweyên Yekbûyî hîn jî pêwîstiyeke mezin a alîkariya mirovî heye.

Ji nifûsa 2.4 milyon kesî nêzî 1.7 milyon mirov ji ber şer ji cih û warê xwe bûn, zêdeyî nîvê malan jî xisar dîtin an jî hilweşiyan.

Şerîda Xezeyê li qiraxa Derya Spî ye. Ji bo şêniyên Şerîda Xezeyê agirbest di heman demê de bû firsend ku vegerin peravê deryayê, xwe bişon, kincên xwe bişon an jî masiyan bigirin. Lê belê ev rewş demkî bû.