Li Xezeyê piştî têkçûna agirbestê zêdeyî 60 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta ser bi Hamasê ve diyar kir ku piştî têkçûna agirbestê, di encama bombardûmanê de zêdeyî 60 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku Şerîda Xezeyê kontrol dike, diyar kir ku ji sibeha Înê û vir ve piştî bidawîbûna agirbestê di êrîşên Îsraîlê de zêdeyî 60 kes li Xezeyê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wezareta Tenduristiyê ragihand ku zêdeyî 60 kes mirine, bi dehan kes jî birîndar bûne.

Rojnamevanên li herêmê diyar kirin ku birîndaran nexweşxaneyên li Xezeyê tijî kirine, gel jî ji bo xwînê bide dilezîne.

Piştî ku bombardûmana Îsraîlê ji nû ve destpê kir, alîkariya mirovî û qemyonên ji sotemeniyê yên ji misrê diçûn Xezeyê, vê sibehê rawestiyan.

Agirbestê derfet dabû ku rêjeya alîkariya mirovî ya ji bo herêmê zêde bibe. Tê gotin, bi destpêkirina bombardûmanê re wê krîza mirovî hîn giran bibe.

Di agirbesta heft rojan a navbera Îsraîl û Hamasê de jin û zarok jî di nav de 80 dîlgirtiyên Îsraîlî û 240 girtiyên Fîlîstînî hatibûn berdan.

Artêşa Îsraîlê texmîn dike ku bi êrîşa 7'ê Cotmehê re Hamasê nêzî 240 kes dîl girtiye.