Li Xezeyê heta niha 42 hezar û 438 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezeyê ragihand ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 42 hezar û 438 kes hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezeyê ragihand ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 42 hezar û 438 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Hamasê de hate ragihandin ku ji destpêka şerê bi Îsraîlê û vir ve li xaka Fîlîstînê di êrîşên Îsraîlê de 42 hezar û 438 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 29 kes hatin kuştin.
Ji destpêka şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 99 hezar û 246 kes birîndar bûne.