Li Xezeyê hejmara miriyan ji 43 hezarê derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ku zêdeyî salekê dewam dikin de, hejmara miriyan ji 43 hezarê derbas kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ku zêdeyî salekê dewam dikin de, hejmara miriyan ji 43 hezarê derbas kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ya li Xezeyê diyar kir ku ji dema şerê li hemberî Îsraîlê destpê kirî û vir ve, hejmara kesên li Fîlîstînê mirine, ji 43 hezar û 20’ê derbas kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di nava 48 saetan de herî kêm 96 kes mirine û hat ragihandin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan dema şer destpê kirî û vir ve, li Xezeyê 101 hezar û 110 kes birîndar bûne.