Li Xezeyê bîlanço giran dibe: Herî kêm 413 kes mirin
Li gel agirbestê jî Îsraîlê bombardûmaneke giran li Şerîda Xezeyê kir. Hate ragihandin ku di encamê de zêdeyî 400 kes mirin.
Li gel agirbestê jî Îsraîlê bombardûmaneke giran li Şerîda Xezeyê kir. Hate ragihandin ku di encamê de zêdeyî 400 kes mirin.
Li gorî nûçeya AFP'ê, Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezeyê diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Xezeyê herî kêm 413 kes mirin, 562 kes jî birîndar bûn.
Hamasê piştgiriya 'bêdawî' ya DYE'yê ya ji bo Îsraîlê şermezar kir ku di êrîşên hewayî yên li ser Şerîda Xezeyê de weke 'berpirsyara tam' pênase kir.
Qesra Spî piştrast kiribû ku beriya destpêkirina êrîşê bi wan hatiye şêwirandin.
Li gorî Reutersê, Hamasê îdîayên Îsraîlê ya li ser amadekariya êrîşê red kir û diayr kir ku ev yek 'bahaneyên' ji bo rewakirina vegerandina şer e ku 'bê bingeh' in.
Li Reutersê her wiha Misirê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê weke binpêkirina agirbestê pênase kiriye û bang li hemû aliyan kiriye ku bi berpirsyarî rabin.