Li Xezeyê 73 kesên din hatin kuştin

Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de ya li ser herêmeke niştecihiyê 73 kes mirin.

Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê şeva Şemiyê li herêmeke niştecihiyê ya Beyt Lahia ya li bakurê Fîlîstînê êrîş pêk anî û di encama êrîşê de herî kêm 73 kes mirin.

Berdevkê parastina sivîl Mahmud Basal daxuyanî da AFP’ê û diyar kir ku gelek birîndar hene û hîna jî di bin kavilan de mirî hene.

Basal anî ziman ku wezîfedarên rizgarkirinê lêgerîna xwe didomînin, lê belê li herêmê ne xwedî ekîpmana ji bo lêgerînê ne.

Ofîsa medyayê ya hikûmeta Hamasê hejmara miriyan piştrast kir û diyar kir ku di nava miriyan de jin û zarok jî hene.

Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku şervanên Hamasê tên hedefgirtin, lê belê Mahmud Basal jî got ku operasyonên leşkerî yên li Bakur di nava du hefteyan de zêdeyî 400 can standin.