Li Wûhanê wê testa Covîd-19 li tevahiya civakê bê kirin

Li bajarê Wûhan ê Çînê ku weke çavkaniya vîrûsa koronayê tê dîtin, roja dawî çend nexweşên din ên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Rayedarên ku ji pêla duyemîn bi fikar in, dixwazin li tevahiya nifûsa bajêr testa Covîd-19 çêbikin.

Li bajarê Wûhanê ku çavkaniya vîrûsa koronayê ya nû ye, piştî ku nexweşên nû hatin tespîtkirin fikar ji pêla duyemîn hate kirin.

Ji bo 13 navçeyên bajêr ku nifûsa xwe ya giştî 11 milyon e, bang li gel hate kirin ku di nava 10 rojan de ji bo testa Covîd-19 amade bin.

Li gorî The Paper ku medya înternetê ya Şangayê ye, hate ragihandin ku test wê bi talîmata şaredariyê bi asîta nukleîkê bê kirin. Nayê zanîn ku encam çiqasî bidome.

Rayedarekî şaredariyê ji rojnameya Global Tîmesê re axivî û diyar kir ku ji bo planê wê hin lêkolînên din jî bike.

Piştî mehekê rojên Yekşem û Duşemê li bajêr şeş nexweşên bi vîrûsê hatibûn tespîtkirin.